​​​​​​​Artêşa Îsraîlê dê tetbîqata herî mezin di dîroka xwe de pêk bîne

Artêşa Îsraîlê amadekariyên pêkanîna tetbîqata leşkerî ya herî mezin di dîroka xwe de, dike.

​​​​​​​Artêşa Îsraîlê dê tetbîqata herî mezin di dîroka xwe de pêk bîne
9 gulan, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku dê tetbîqat (rahênan) wekî şerekî giştî li dijî Hizbullah û Hemasê be û dê ji hemû qadan bi dijwarî moşek bên avêtin.

Kanala Îsraîlê destnîşan kir ku ev tetbîqat berê hatiye amadekirin û dê mehekê dewam bike.

Kanalê diyar kir ku serokê artêşa Îsraîlê ruxmî rewşa Qudsê û rewşa Filistînê bi giştî jî, biryar daye ku ev tetbîqat pêk bê û neyê taloqkirin.

Duh medyaya Lubnanê ragihandibû ku hemwextî tetbîqateke leşkerî ya mezin a Îsraîlê ku wekî şerekî li dijî Hizbullahê ye, Hizbullahê endamên xwe seferber kirine û li ser sînorê başûr ê welêt belav kirine.

(cx)