Li Idlibê serçeteyekî Feyleq El-Şam hate kuştin

Li gundewarên rojhilatê Idlibê serçeteyekî koma Feyleq El-Şam ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digire, hate kuştin. Li derdora Idlib û Hemayê jî şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Li Idlibê serçeteyekî Feyleq El-Şam hate kuştin
9 gulan, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li derdora Seraqib a rojhilatê Idlibê serçeteyekî Feyleq El-Şam ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digire, hatiye kuştin. Her wiha ragihand ku çeteyên koma El-Fetih El-Mubîn nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdorê El-Dar El-Kebîra û cihên din ên başûrê Idlibê kirine hedef.

Hêzên hikumeta Şamê jî herêmên li Fitêra, Bênîn, Filêfil, derdorê Sifohin û Bare yên başûrê Idlibê û herêmên din li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin. Nehat zanîn ku di êrişan birîndar û kuştî çêbûne yan na.

(cx)