Dewleta Tirk şêniyên Serêkaniyê koçber kirin û niha jî avê li ser wan qut dike

“Dema ku em tî dibin, em qedeha avê didin aliyekê heta ku em pir tî dibin û piştre vedixwin.” Ev gotina koçberên ji Serêkaniyê ye ku li kampa Waşûkanî jiyana xwe didomînin li gel ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok li ser kantonê qut kiriye.

Dewleta Tirk şêniyên Serêkaniyê koçber kirin û niha jî avê li ser wan qut dike
9 gulan, 2021   01:49
HESEKÊ

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyan, kampa Waşûkanî li rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Li gorî hevserokatiya meclisa kampê derdora 2 hezar û 378 malbat anku 14 hezar û 572 koçber di kampê de bi cih bûne.

Azarên koçberên Kampa Waşûkanî bi qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, zêde dibin. Ji dema dagirkirina herêmê ve, dewleta Tirk 13 caran av li ser herêmê qut kiriye.

/kr/uploads/files/2021/05/08/181241_-large.webp

Der barê mijarê de koçbera bi navê Sibhiye El-Ehmed ji ANHA`yê re axivî û behsa azarên xwe yên ji ber qutbûna avê kir, nexasim di Remezanê de. Sibhiye teqez kir ku ji ber kêmbûna avê ew zehmetiyan di ava şûştin û vexwarinê de dikişînin. Sibhiye bi van gotinan trajediya ku tê de ye, rave kir: "Ji ber kêmbûna avê, heke em tî bibin, em qedeheke avê heta 2 saetan didin aliyekê, heta em pir tî dibin em vedixwin."

/kr/uploads/files/2021/05/08/181313_-large.webp

Koçberê bi navê Nasir El-Hecî qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê yekê, şermezar kir û wiha domand: “Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelan, em ji malên xwe koçber bûn. Divê dewlet li kêleka me bisekinin."

El-Hecî diyar kir ku li rex azarên wan ji ber bilindbûna pileyên germahiyê di havînê de û belavbûna nexweşiyan, qutkirina avê ji aliyê dagirkera Tirk ve asta azarên wan zêde dike.

El-Hecî got: “Ev li dijî mirovahî û sewalvaniyê zulm e. Heta kengî em dê ji ber zulma Erdogan azarên bikişînin?”

/kr/uploads/files/2021/05/08/181250_-large.webp

Têkildarî heman mijarê hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela El-Dîn Elî destnîşan kir ku ev 13 car in ku dewleta Tirk avê li ser kantona Hesekê û navçeyên wê û kampên di nav de, dibire û qirkirina gelê herêmê dike armanc.

Elî qutkirina avê wek êrişeke din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi nav kir. Elî teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku gelên herêmê yên hevgirtî û civakê qir bike.

Elî di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin û wê neçar bikin ku pabendî qanûnên navneteweyî be û avê di şerên xwe de bi kar neyne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rmEhXen6OO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>