​​​​​​​Gerîlayên azadiya Kurdistanê çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk didomînin

Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dike. Artêşa Tirk li hember hêzên gerîla derbên giran dixwe û gazên jehrî bi kar tîne.

​​​​​​​Gerîlayên azadiya Kurdistanê çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk didomînin
8 gulan, 2021   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de çalakiyên xurt li dijî êrişên dagirkeriyê didin. Agahiyên têkildarî çalakiyên gerîlayên me wiha ne;

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, 7’ê Gulanê saet 10:30’an û saet 10:40’an jî dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna kirin hedef û lê dan. Di van çalakiyan de hedefên dagirkeran bi îsabet kirin hedef.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de jî wiha ne;

7’ê Gulanê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr ê dikeve devera Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi çelên giran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin bi îsabet hatin lêdan.

7’ê Gulanê saet 12:00 û saet 17:30’î hêzên me bi çekên giran dagirkerên li devera Aris-Faris a Herêma Avaşîn kirin hedef. Di vê çalakiyê de çeperên dagirker lê bicih bûbûn, bi îsabet hatin lêdan. Piştî çalakiyê dagirkeran geliyê Avaşîn bombe kirin.

7'ê Gulanê saet 20:00'an dagirkerên ku tûnelên şer ên li qada Aris-Faris a herêma Avaşînê bombe kirin, piştî ku gelekî gaza jehrî avêt xwest ku bi pêş ve biçe. Hêzên me ji mesafeyeke nêz, bi karîgerî mudahele li dagirkeran kirin, li ser vê, dagirkeran li gel ku gelek caran xwe ceribandin jî, gelek windahî dan û bêgav man ku ji tûnelên şer dûr bikevin.

Dagirkerên ku bi berxwedana bi lehengî ya hêzên me nekarîn encamekê bistînin, 8'ê Gulanê saet 09:00'an xaza jehrî avêtine tûnelên şer. Li gel êrişên bi alçaxî yên artêşa TC'ê ya dagirker û rêbazên qirêjî yê şer jî hêzên me derbÊn giran li dagirkeran didin.

Di 'Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê' de jî 6'ê Gulanê saet 09:00'an hêzên me yên YJA Starê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li Girê Berxwedan ku liv û tevgera dagirkeran hebû, bi taktîka sabotajê bi rengekî karîger li dagirkeran dane. Piştî çalakiya ku hatî kirin artêşa TC'ê ya dagirker qad daye ber bombeyan.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Êrişên artêşa TC a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne;

7'ê Gulanê saet di navbeyna 07:00-19:00'an de derdora gundê Hirorê, Zinarên Kestê û gundê Kêstê yên herêma Metîna hatine bombekirin.

8'ê Gulanê saet 08:00'an balafirên şer Girê Zendûra yê herêma Metîna bombe kirin.

7'ê Gulanê saet 08:30'an qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van bombebarên dewleta TC'ê ya dagirker de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.”