Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Lazîqiyê û Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 130 moşekan gundewarên Lazîqiyê û Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Lazîqiyê û Idlibê topbaran kirin
8 gulan, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), topbaran li "herêmên bêçek" bi dijwarî berdewam dike. Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi zêdetirî 130 moşekan deverên eniyên El-Tifahiyê yên gundewarên bakurê Lazîqiyê, Fetîra, Sefhon, derdora El-Barê, Filêfil û herêmên din ên çiyayê Zawiyê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên El-Fetih El-Mubîn duh gelek baregehên hêzên hikumeta Şamê li eniyên Meret Moxis a gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef. Li aliyekî din jî, hêzên hikumetê deverên li çiyayên Zawiyê toparan kirin.

Her wiha SOHR'ê ragihand ku duh li rojavayê Helebê di encam hedefgirtina erebeyên çeteyan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve, 2 çeteyên Tehrîr El-Şam hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.

(dm)