Şaredariya Gel a Hecînê dest bi xebatên paqijiyê kir

Bi nêzbûna cejna Remezanê re Şaredariya Gel a Hecîne dest bi xebatên paqijyê kir.

Şaredariya Gel a Hecînê dest bi xebatên paqijiyê kir
8 gulan, 2021   11:48
DÊRAZOR

Xebatên paqijyê bi dirûşma "Dest bi dest ji bo jîngeheke paqij" dest pê kir, her wiha ji bilî kolanên sûkê, kolana 20'an, El-Qilê û kolanên şaxî, kolanên sereke di nava bajarokê Hecînê yê Dêrazorê  de hatin paqijkirin.

Berpirsên xebatên paqijiyê diyar kir ku vê xebatê ji ber kombûna mezin a çopan di nava bajarokê de û ji ber nêzîkbûna cejnê dest pê kiriye.

Tê payîn ku xebatên paqijiyê 2 rojan dewam bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g0P49xC6KSA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>