Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Dewleta Tirk dijminatiya xweza û hawîrdorê jî dike

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê ya mirovan, her wiha dijminatiya xweza û hawîrdorê jî dike.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Dewleta Tirk dijminatiya xweza û hawîrdorê jî dike
8 gulan, 2021   11:42
ŞEHBA

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê navçeya Fafînê ya Şehbayê Elî El-Selame daxuyaniya partiyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl xwend.

Di daxuyaniyê de siyasetên dijminane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û gelê Sûriyê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk sînorên xwe li pêşiya bi hezaran çeteyan vekir da ku derbasî Sûriyê bibin û piştî dagirkirina gelek herêmên Sûriyê siyasetên qirkirinê li dijî sivîlên di nava kampan de û yên nêzî herêmên dagirkirî, berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê mirovan, lê belê xweza û hawîrdora herêmê jî dike hedef. Ev yek jî hovîtî û tundiya AKP`ê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku gavên cidî û çalak biavêje da ku herêmê ji encamên siyaseta dijminane ya AKP`ê ya li dijî gelê Sûriyê biparêze û wê neçar bike ku mafê Sûriyê yê ava çemê Firatê bide û hedefgirtina sivîlan rawestîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C0noPyT_Hmw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>