Malbatên gerîla: Her gerîlayek çiyayek e ku binketinê nas nake

Malbatên gerîlyan berxwedana HPG`ê  ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Malbatên gerîla: Her gerîlayek çiyayek e ku binketinê nas nake
4 gulan, 2021   00:40
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişî Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Têkildarî mijarê bertekên li hemberî van êrişan û piştevaniya bi berxwedana gerîlayên HPG`ê re berdewam dikin.

Malbatên gerîlayan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker wekî derbeya di newqa Kurdistanê û newqa tevahiya gelê azadîxwaz de bi nav kir. Her wiha piştgiriya xwe ya ji berxwedanê gerîlayan re nîşan da.

/kr/uploads/files/2021/05/03/190159_-.webp

Hojîn Hêris êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Em êrişên Tirkiyê yên li dijî çiyayê Kurdistanê û li dijî Hêzên Parastina Gel ên ku parastina gelê Kurd û gelê cîhanê tevde dikin, şermezar dikin."

Hojîn Hêris ev li gotina xwe zêde kir: "Erdogan bi piştgiriya hêzên navneneteweyî yên komplogerên li dijî Kurdistanê êrişên xwe berdewam dike, lê li hemberî vê yekê hêzên ku li Kurdistanê bi bin nakevin hene, her gerîlayek çiyayeke û binketinê nas nake."

Hojîn Hêris baweriya xwe ya bi serkeftina HPG`ê ku di şerên berê de jî bi ser ketine, nîşan da û ev xal rêz kirin:"Em malbatên gerîlayan piştgiriya wan bikin û heta nuqteya dawî em ê bi wan re bin, serkeftin para me ye, ji ber ku em xwediyê heq û dozê ne."

/kr/uploads/files/2021/05/03/190215_-.webp

Fatima Osman jî axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê şermrezar kirin û got:"Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û heta nuqteya dawî ya ji xwîna me piştgiriya hêzên xwe bikin."

/kr/uploads/files/2021/05/03/190227_-.webp

Dicle Mihemed berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û ev li gotina xwe zêde kir:"Erdogan bi van êrişan nikare vîna me bişkîne û Kurdan tune bike, li wir kesên parastina hebûna wan dikin hene û ji bo vê yekê xwîna xwe didin." 

/kr/uploads/files/2021/05/03/190240_-.webp

Li aliyekî din jî Zeyneb Ereb axivî û soza şopandina rêya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan heta tevahiya gelê herêmê bi azadî û rûmet bijî, da.

Malbatên gerîlayan helwesta hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya ku piştgiriya êrişên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike bi "Derbeya di newqa Kurdistanê û newqa gelê azadîxwaz de" bi nav kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZeIlzrK0LBI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>