Gedo: Dewleta Tirk bi behaneya PKK'ê hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike

Salih Gedo diyar kir ku dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî PKK'ê hewl dide tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike, gundên kurdan wêran bike û niştecihên wê koçber bike. Gedo êrişên dawî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi "Zêdegaviya DAIŞ'ê ya nû" bi nav kir.

Gedo: Dewleta Tirk bi behaneya PKK'ê hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike
3 gulan, 2021   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Ji 23'yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo têkildarî mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Salih Gedo diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama xeleka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser destkeftiyên kurdan li Kurdistanê ye, her wiha hebûna PKK li Başûr dike behane da ku pê zextê li Başûrê Kurdistanê bike û Başûr têxe bin serwseriya xwe.

Gedo da zanîn ku armanca din a ji êrişên dewleta Tirk ên domdar astengkirina diyalogên kurdî-kurdî li Rojava ye û wiha got: "Êrişên Tirkiyê  yên li ser Kurdistanê nesekinîne, ji 6 mehan zêdetir û heta vê kêliyê li ser piraniya herêmên Rojava mîna Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê êriş hene."

'BERXWEDANA GARÊ TIRKIYÊ HEJAND'

Gedo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk piştî derbeya ku li qada Garê xwar, pêk hat û got, derbeya ku artêşa Tirk li qada Garê xwar AKP'ê hejand û wiha pê de çû: "Êrişa mezin a artêşa Tirk a dagirker li ser Garê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate têkbirin. Serkeftina gerîlayan li Garê, bû sedema aloziyeke mezin di Tirkiyê de, wê serkeftinê, dewleta Tirk û bi taybet AKP û Erdogan hejandin."

Artêşa Tirk a dagirker 10'ê Sibatê êriş li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, wê êrişê 4 rojan dewam kir. Di encama berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê de artêşa Tirk derbeyeke mezin xwar. Her wiha ji ber bomebebarana dewleta Tirk 13 leşkerên Tirk ên dîlgirtî, hatin kuştin. Ev yek di hundirê Tirkiyê de rastî rexneyan hat.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di demeke berê de eşkere kiribû ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên sûrî di êrişên xwe yên li ser Zap û Metîna de bi kar tîne, mîna ku çawa li Lîbya û Azerbeycanê bi kar anîn.

Li ser vê yekê Salih Gedo diyar kir ku çeteyên sûrî yên ku artêşa Tirk wan di êrişên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de bi kar tînin, DAIŞ'î ne lê bi rengekî nû ye û wiha dom da axaftina xwe: "Tirkiyê çeteyên ku di demên dawiyê de li herêmên Reqa û Dêrazorê hatin têkbirin, bi kar tîne."

Gedo bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne û li hemberî zêdegaviya DAIŞ'iya nû ya bi navekî nû û bi desteka Tirkiyê bisekine û got: "Heger civaka navneteweyî DAIŞ'ê wekî xeteriyekê li ser cîhanê dibîne, divê bibîne ku dewleta Tirk dewleteke mezin e û endameke NATO ye, destekê dide wan çeteyan. Xeteriya wan çeteyan roj bi roj mezintir dibe."

'KURDÊN BAŞÛR Û BEŞEK MEZIN JI ŞÎA Û SUNA YÊN IRAQÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ NE'

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide Kurdistanê ji kurdan vala bike û got, êrişên Tirkiyê wê bê encam bin.

Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê û beşek mezin ji Suna û Şîa yên Iraqê li dijî êrişên Tirkiyê ne.

Salih Gedo îşaret bi bêdengiya hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: "Em rewşa ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe li ber çavan digirin, lê ev nayê wateya ku dewleteke faşîst mîna Tirkiyê êrişî Kurdistanê bike û her tiştî wêran bike, lê hêzên kurdî yên li Başûr bêdeng bimînin."

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo îdiayên dewleta Tirk ên derbarê êrişên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Hêzên Parastina Gel de derewand û got: "Tirkiyê navê PKK'ê wekî behane bi kar tîne û êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê di rastiyê de Başûrê Kurdistanê dagir dike, gundên kurdan wêran dike û kurdan ji erdê wan koçber dike. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî li hemberî van êrişên hovane bisekinin."

ANHA