​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê qutkirina ava Firatê şermezar kir

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku para avê ya li ser hatiye lihevkirin bide.

​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê qutkirina ava Firatê şermezar kir
3 gulan, 2021   18:04
TEBQA

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê qutkirina para ava Firatê ji Sûriyê re ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir.

Cîgirê serokê Meclisê Hesen El-Kino daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Piştî hemû hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên pêkanîna pêşketinê yan jî serkeftina li herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê bi bin ketin, dewleta Tirk sûcên nû yên şer li arşîfa xwe ya tijî sûc, dagirkerî, koçberkirin û penaberkirin zêde kirin, ku ew jî kêmkirina miqdarê ava tê Sûriyê ye."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Bandora vê sûcdariyê êdî bi awayekî neyênî li sivîlan dike, ji Sûriyê bigire û heta bi Iraqê, di encamê de ava vexwarinê û kehrebe li ser bi milyonan sivîlan qut kir, li aliyekî din jî zirar û karesatên ekolojîk çêkir û ew jî dê karesateke mirovî çêke."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, NY`yê, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bike, da ku para avê ya Sûriyê ku li ser hatiye lihevkirin bide.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GpXqnuvTaZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>