Li dijî navendeke leşkerî ya DYA'yê ya li Iraqê êriş

Bi sê roketan navenda asîmanî ya leşkerên Amerîkayê ya li bakurê Bexdayê hate armanckirin.

Li dijî navendeke leşkerî ya DYA'yê ya li Iraqê êriş
3 gulan, 2021   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ji AFP’ê re, bi sê roketan navendeke asîmanî ya Amerîkayê ku tê de leşker jî hebûn hate armanckirin.

Di nava 24 saetan de bû cara duyemîn ku êrişên mîna vê pêk tên. Şeva berê, bi du roketan balafirxaneya Bexda ku leşkerên Amerîka lê bûn hate topbarankirin.