ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2021
3 gulan, 2021   23:00

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dibistanên taxa Teyî amade dike, di nav de dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen heye ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî veguherandibûn baregeheke leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên gerîlyan berxwedana HPG`ê  ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Hesekê, endama Akademiya Jineolojiya ya Hesekê, Malda Kûsa di salvegera 2'yemîn a şehadeta wê de bi bîr tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarê wê Ezab El-Ebûd got, şer ku li Sûriyê rû dide, encamên zihniyet hikumeta Şamê ye, her wiha diyar kir ku diyalooên navxweyî û projeya Rêveberiya Xweser çareseriyên herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Gedo diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî PKK'ê hewl dide tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike, gundên kurdan wêran bike û niştecihên wê koçber bike. Gedo êrişên dawî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi "Zêdegaviya DAIŞ'ê ya nû" bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Pirsgirêka avê ji bûyer û rûdanên siyasî yên li herêmê nayê qutkirin. Rewşa heyî kirêt e û dibe ku di pêşerojê de kirêtir bibe heke rûdanên siyasî rêyeke erênî ya lez negirt. Di raporeke ku rêxistinên navneteweyîa ya xwedîkirin, çand û zanistê belav kiriye de pisporên avê diyar kir ku çemên Dicle û Firatê dê bibe yekem herêma li cîhanê tu tê de av ziwa dibe. (BI WÊNE).

- Wekî tê zanîn, dema ku aliyekî dost rastî destdirêjiyekê bê, divê mirov helwestê nîşan bide. Ev ji bingehên têkiliyên navneteweyî û têkiliyên rêxistinan e. (BI WÊNE).

DOSYA

-4 sal di ser peymana "Herêma Bêçek" re derbas dibe, ku di navbera sêaliyê girêbestan" Rûsya, Tirkiyê û Îranê" de hatiye îmzekirin re. Ev peyman destpêka rêze lihevkirinên mîna van peymanan bû ku tu nav lê nehatibûn kirin. Her wiha ev peyman ji makanîzmeya dabeşkirina herêmên kontrolkirinê li xaka Sûriyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya konê seferberiya giştî ya ciwanên şoreşger ya ji bo piştgiriya berxwedana HPG'ê li hemberî faşîzmaya dewleat Tirk li navçeya Girkê Legê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Reqayê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ava Firatê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA