​​​​​​​Serê hêştirmeyê

​​​​​​​Serê hêştirmeyê
4 gulan, 2021   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Luqman Ehmê (Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê)

Wekî tê zanîn, dema ku aliyekî dost rastî destdirêjiyekê bê, divê mirov helwestê nîşan bide. Ev ji bingehên têkiliyên navneteweyî û têkiliyên rêxistinan e.

Li vir mijara gotinê ew e ku dema alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî siyasetên Tirkiyê yên li herêmê, li herêmeke Kurdan xwepêşandanan li dar dixin, hinek dibêjin çi karê me pê ketiye? Lê belê dema ku destdirêjî li dewletekê tê kirin, em dibînin ku dewlet û rêxistinên dostên wê, helwestê nîşan didin û piştgiriya wê dikin.

Her wiha welat an kombûn (blok) hêz û hejmara dostên rêxistin, partî yan blokekê, li gorî hejmar û asta şermezarkirinê ku ji aliyê dost û alîgirên wan ve derdikeve, dema ku destdirêjî li wê rêxistin an blokê bê kirin, diyar dikin.

Aliyên navneteweyî bûyeran dişopînin û siyasetên xwe li gorî wê diyar dikin. Lê belê paşguhkirin û nedayîna piştgiriyê lawazbûna wê rêxistin an bloke nîşan dide.

Yan jî dema ku mijara gotinê kurdî be, rewş cuda dibe? Na, divê rewş ne cuda be. Dema ku aliyekî siyasî yan hevalbend an dostek rastî dijminahiyê bê; divê dost, heval û alîgirên wan li dijî wê dijminahiyê daxuyaniyên şermezarkirinê bidin û derkevin xwepêşandanan, ji bo dijmin û derdorên din asta berfirehbûn, alîgir û hêza wê rêxistinê, her wiha asta yên zirar ji wê dijminahiyê dîtî, nas bikin. Pêwîstiya Kurdan jî bi wê yekê heye.

Nêrîna ku dibêje bila tenê xwepêşandan li Ewropayê bin, dibe ku yekî din bêje tu li welatê xwe yî yanî li cografyayeke ku tu tê de dikarî bi serbestî tev bigerî, çima tu li wê derê xwepêşandanan li dar naxî? Xwepêşandanên li wir ji xwepêşandanên li herêmeke dûrî bûyerê girîngtir in. Ji ber ku nêrîna gel li herêma bûyerê û asta bertekên wan nîşan dide. Divê em li ber çavan bigirin ku xwepêşandan li ku derê be heta ku li welatekî paşketî be jî, dê bi saya şoreşa teknolojîk bigihîne cîhanê.

Dibe ku hin kes bêjin, serdema xwepêşandanan û berxwedanê çû. Lê belê, ne bi rêya berxwedanê û xwepêşandanên li welêt û derve hişt ku welat helwestên xwe biguherînin û li dijî dijminahiya dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî bisekinin?

Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ji zordarî û terorê rizgarkirî ye û li wir qanûnên ku hemû aliyên kar û xebatên siyasî bi rêxistin dikin, hene. Wê demê, li gorî qanûnên rêveberiyê ji mafê hemû alîgirên rêxistinên siyasî û civakî ye ku derkeve xwepêşandanan û piştgirî yan bertekên xwe nîşan bide. Ev yek dikeve çarçoveya benda azadiyê nêrînê û mafê xwepêşandanê yê di nava qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her heft rêveberiyên wê. Alîgirên PKK`ê li herêma Rêveberiya Xweser vê yekê dikin. Yanî ew li gorî qanûnê tev digerin ku rê dide wan ku xebatên siyasî bidin meşandin. Hela em hejmara mezin a alîgirên PKK`ê li ber çav bigirin.

Heke em bizanin ku PKK`ê di dema tunekirina DAIŞ`ê de çi qas piştgirî, alîgirî û beşdarbûn da herêmê û bi hezaran kadroyên xwe feda kirin, em ê wê yekê baş fêm bikin. Di demekê de ku Tirkiyê berê jî û hîna jî piştgiriya rêxistina terorîst DAIŞ û terorîstên din kir û bi hemû rêbazan hewl da wan mayînde bike.

Bi vê yekê, derketina li dijî siyasetên dewleta Tirk û dijminahiya wê li dijî PKK, Başûrê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xewser, di siyasetê de tiştekî asayî ye. Divê di dema pêdiviyê de tu piştgiriya hevalên xwe bikî.

Lê belê hin kes dixwazin ku siyasetê “serê hêştirmeyê” ji xwe re bikin feraset ku li gorî wê dema ku tu yan hevalên te bikevin xetereyê, bersiv neyê dayîn, heta dema ku bersiv gotin be jî…