​​​​​​​21 rewşenbîrên Ereb bang li yekîtiya Erebî kir: Li dijî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin

21 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb bang li Yekitiya Ereban kir ku bi awayekî awarte bicive û helwestê nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bide. Rewşenbîr û siyasetmedaran bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir.

​​​​​​​21 rewşenbîrên Ereb bang li yekîtiya Erebî kir: Li dijî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin
3 gulan, 2021   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li dijî êrişên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, 21 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb ên ji Misir, Libya, Lubnan, Yemen, Filistîn û Iraqê bang li Komkara Erebî kir ku bi awayekî awarte bicive û helwestê nîşan bide.

Rewşenbîr û siyasetmedaran her wiha banga helwestnîşandanê li Neteweyên Yekbûyî jî kir.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de got:

“Em wek komek rewşenbîr û siyasetemedarên ku pirsgirêkên li nava welatên Ereban û xeteriyên li Rojhilata Navîn ji xwe re wekî xem dibînin, bêdengiya welatên Ereban a dijî binpêkirinên dewleta Tirk ku her roj pêk tên, em aciz kirine. Bi taybetî binpêrinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û yekîtiya Ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran. Heta niha tu welatekî Ereban dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye.

Em ji Komkara Erebî dixwazin ku civînek awarte lidar bixin, li ser mijarê rawestin û li hemberî xewnên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Di hevpeymaniya Yekîtiya Ereban de biryar heye ku dema welatek bi êriş û dagirkeriyekê re rû bi rû bimîne, welatên ji bo sekinandina êrişan biryar digirin. Em jî heta niha bendewariyên pêkanîna vê biryarê ne.

Em jî dengê xwe bilind dikin ku hemû cîhan, di serî de jî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar bibihîzin. Her wiha daxwaz dikin ku dijî êrişan helwestek cidî nîşan bidin.”

Kesên ku daxuyanî îmze kiriye:

Recaî Fayîd; Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misirê û Endamê Konseya Pêwendiyên Derve ya Misirê.
Mamoste Ehmed Bahaedîn Şaban; Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê
Yusuf Yaqub Metî; Serokê Yekîtiya Netewî Bath Nahrîn-Iraq
Ebdurrehman El-Reyyan; Nivîskarê Yemenî
Bijîşk Eymen Feteh; Nivîskan û Pisporên Zanistên Siyasî – Filistîn
Hisên El-Suyeedî; Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya
Mehemed Hesen El-Bene; Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar Misir
Osman Birkê; Nivîskar û Siyasetmedar-Lîbya
Xurşît Dilî; Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan
Bijîşk Firneza Atiye; Pispora Zanistên Siyayî –Misir
Esir Nuval Cebir; Nivîskar û Rojnamevan-Filistîn
El-Seyid Ebdulfetah; Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê, nivîskar û rojnamevan
Ferhan Salih; Nivîskar-Lubnan
Ebbas Cefer El-Huseynî; Lêkolîner û Romanûs-Lubnan
Safiye Tata; Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê-Lubnan
Delal Bistanî; Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat-Lubnan
Loneh El-Xerîb; Akademîsyen û çalakvana jin –Lubnan
Xelil El-Qazî; Nivîskar û Akademîsyen-Lubnan
Yasil Eyo Seydo; Siyasetmedar û Akademîsyen-Filistin
Hemo Muskviyan; Hiqûqnas û çalakvanê siyasî-Lubnan
Elî Nacî; Nivîskar û Rojnamevan-Iraq