HAT`ê li Dêrazorê serçeteyekî payebilind ê DAIŞ`ê girt

Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyoneke ewlehiyê li herêma El-Şeîfe ya li rojhilatê Dêrazorê, serçeteyekî payebilind ê DAIŞ`ê girt.

HAT`ê li Dêrazorê serçeteyekî payebilind ê DAIŞ`ê girt
3 gulan, 2021   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê agahiyên li ser operasyonê parve kirin û destnîşan kir ku Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (HAT) li herêma El-Şeîfe ya Dêrazorê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî ji hewa ve, operasyonek pêk aniye.

Di operasyonê de serçeteyekî payebilind ê DAIŞ`ê ku endamên şaneyan bi çek dikirin, karên wan hêsan dikir û planên bûyerên kuştinê çêdikirin, hatiye girtin.

(cx)

ANHA