Li derdorê Teiz a Yemenê şerên çarenûsî û girîng diqewimin

Şerên di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de li gundewarê bajarê Teiz ê başûrê paytext Senaayê, dewam dikin. Fermandarekî leşkerî got ev şer girîng û çarenûsî ne.

Li derdorê Teiz a Yemenê şerên çarenûsî û girîng diqewimin
30 nîsan, 2021   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebulmelêk El-Ehdel ku fermandarê Lîwaya 17`an a li derdorê parêzgeha Teizê ye, destnîşan kir ku di rojên dawîn de bi dehan fermandarên Hûsiyan hatine kuştin û hejmareke tîm, wesayîtên leşkerî û çek hatine rûxandin.

Fermandarê leşkerî teqez kir ku şerê li eniyên Meqbene û El-Kedhe yên li gundewarên rojava çarenûsî û girîng in û diyar kir ku artêşa Yemenê bi wê yekê hewl dide hemû herêmên çiyayî yên li her du eniyan û heta herêma El-Berih paqij bike da ku dorpêça komên Hûsiyan li ser şêniyan ferz kiriye, bi dawî bike.

Her wiha da zanîn ku artêş li gundewarê parêzgeha Teizê bi pêş ve diçe û herêmên li Teizê hatine rizgarkirin stratejîk û girîng in.

Roja înê, Wezareta Berevaniyê ragihandibû ku artêşa Yemenê bilindahiyên li girên El-Sewdaa ku Hûsî lê bi cih dibûn, xistine bin kontrola xwe.

(cx)