Kongreya Star li Kampa Serêkaniyê êrişên li ser herêmên gerîla şermezar kir

Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got, êriş tevgera rizgariyê ya Kurdistanê ku îrade û azadiya gelan temsîl dike, dikin hedef.

Kongreya Star li Kampa Serêkaniyê êrişên li ser herêmên gerîla şermezar kir
30 nîsan, 2021   10:14
HESEKÊ

Îro Kongreya Star li Kampa Serêkaniyê ya girêdayî bajarê Hesekê, daxuyaniyek da. Jinên koçber ên li kampê dimînin û endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo, beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Kongreya Star li Kampa Serêkaniyê Gulistan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên gerîla “Zap, Metîna û Avaşîn” ku tevgera rizgariyê ya Kurdistanê dikin hedef, hatin şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca van êrişan qirkirina gelan û ji nû ve vejandina desthilata Osmanî ye.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dimînin jî, wê heman daxuyaniyê bidin.

(cx)

ANHA