Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin

Hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk li "herêma bêçek" zêde kir û bi çekên giran gundewarên Idlib û Hamayê kirin armanc.

Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin
30 nîsan, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê şeva din nuqteyên rasthatinê yên bi çeteyan re li çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran nuqteyên li eniyên şer li Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê kirin armanc. Agahiyên li ser windahiyên canî nehatin bidestxistin.

SOHR'ê duh ragihandibû ku balafirên şer ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne li deverên nêzîkî sînorên îdarî yên di navbera parêzgehên Idlib û Hamayê de êriş pêk anîne.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku nuqteyeke leşkerî li herêma Xirbet El-Naqûs a li Sehil El-Xab hate hedefgirtin.

(dx)