Piştî Kobanê û Minbicê li Cizîrê jî saetên dayîna kehrebeyê hatin kêmkirin

Nivîsgeha Enerjî û Pêwendiyan a Herêma Cizîrê agahî da şêniyan ku saetên dayîna kehrebeyê heta 8 saetan kêm kirine û got sedema wê, daketina rêjeya avê li bendava Tişrîn û Tebqayê ye ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê bi temamî qut kiriye.

Piştî Kobanê û Minbicê li Cizîrê jî saetên dayîna kehrebeyê hatin kêmkirin
29 nîsan, 2021   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgehê îro daxuyaniyek li ser malpera xwe ya Facebookê belav kir û tê de şênî bi kêmkirina saetên dayîna kehrbeyê heta 8 saetan û veqetandina wê ji bo xetên xizmetguzariyê û aşan, agahdar kir.

Di hişyariyê de wiha hate gotin: "Di nava 6 mehên dawîn de ku dewleta Tirk ava çemê Firatê bi temamî qut kiriye, rêjeya ava bendava Tişrîn û Tebqayê kêm bû û gihaştiye astên herî kêm ku daketiye 5 metreyan. Ji ber vê rewşê em neçar man ku hejmara turbînên ku di bendavê de dixebitin, kêm bikin ji ber ku av têrê nake û me stasyonên paqijkirina ava vexwarinê di ber çavan re derbas kirine.”

Nivîsgehê wiha domand: “Ji ber wê jî em we agahdar dikin ku dê tenê turbînek heta 8 saetan ji saet 16:00`an piştî nivro heta saet 24:00`an bi şev bixebite. Ev rêje dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were belavkirin. Yanî dê tenê ji bo xetên xizmetguzariyê av û aşan be.”

Nivîsgehê bi bîr xist ku tenê avahiya derxistina kehrbeyê ya Siwêdiyê dê di rewşa xwe ya niha de be anku dê jêdera tekane ya dabînkirina kêmbûna kehrebeyê be.

Tê zanîn ku Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê duh ragihandibû ku dê ji îro ve saetên dayîna kehrebeyê ji Kobanê re kêm bike. Her wiha li Minbicê jî heman rewş derbasdar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê borî ve ava çemê Firatê qut kiriye û tenê 200 metrekab di her xulekekê de ber bi xaka Sûriyê ve dişîne. Ji ber wê jî asta ava çem daketiye û kêm bûye.

(bx)

ANHA