Endamên Konseya Ewlehiyê ji niha ve diyar kir ku encamên hilbijartinên Sûriyê qebûl nakin

Welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê encamên hilbijartinên serokatiyê ku dê 26'ê Gulanê li Sûriyê çêbin, ji niha ve red dikin.

Endamên Konseya Ewlehiyê ji niha ve diyar kir ku encamên hilbijartinên Sûriyê qebûl nakin
29 nîsan, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Welatên endamên Konseya Ewlehiya NY'yê ku DYA, Fransa û Brîtanya serkêşiya wan dikin, hê ji niha ve diyar kir ku encamên hilbijartina Sûriyê ew ê qebûl nekin.

Sefîrê Fransayê yê NY'yê Nîcolas Rîvîere di rûniştina mehande ya li Konseya Ewlehiyê ya têkilî Sûriyê got: “Fransa wê encamên hilbijartinê tê payin dawiya mehê were kirin nas neke.”

Sefîra amerîkî Linda Thomas-Greenfield jî bi helwesteke wiha rabû û got: “Serneketina di qebûlkirina Destûreke nû de ispata wê ye ku xwedêgiravî hilbijartina 26'ê Gulanê wê qelp be.”

Li ser navê Brîtanyayê Sonia Farret jî got di rewşeke wiha de ku şertên ewle û bêalî nînin, tim tirs heye û bi milyonan mirov hewceyî gezek nanin, ev şert 'rewatiya siyasî nadin hilbijartinê'. Farrey got ev zêdetir dibe kêmkirina gelê Sûriyê.

Hin endamên din ên welatên YE'yê jî gotin divê hilbijartina li Sûriyê di bin banê NY'yê de werin kirin, muxalefet û dîaspora jî tevlê bibe. Sefîrê Estonyayê Sven Jurgenson got: “Ji bilî ve her tişt wê weke kelevajiyekê were qebûlkirin.”

Nûnerê Rûsyayê  Vassîly Nebenzîa ku Rûsya ku yek destekarê sereke yê Şamê ye, got: “Nayê qebûlkirin ku destwerdan li karê navxweyî yê Sûriyê bê kirin.”