Şandeyek ji Ozbekistanê bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi şandeya wezareta derve ya Ozbekistanê re civiya û rewşa zarok û jinên DAIŞ'yê yên ozbekî yên li kampan nîqaş kir.

Şandeyek ji Ozbekistanê bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya
Şandeyek ji Ozbekistanê bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya
Şandeyek ji Ozbekistanê bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya
Şandeyek ji Ozbekistanê bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya
28 nîsan, 2021   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera fermî ya parve kiriye, şandeyek ji Wezareta Derve ya Ozbekistanê bi serkêşiya balyozê komara Ozbekistanê yê li dewleta  Kuwetê Bahramjan Alayov , îro gihişt navenda daîreyê ya li bajarê Qamişlo.

Şandeya ji Ozbekistanê, ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û cîgirên wî Fener El-Giêt û Ebîr Îlya û gerînendetiya nivîsgeha hevserokatiyê Nafiya Mihemed ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeyê, her du aliyan mijarên girêdayî rewşa jin û zarokên DAIŞ'î yên ozbekî ku li kampa dimînin, nîqaş kirin.

Nûnerên Daîreya Têkiliyên Derve di civînê de "Tecrubeya Rêveberiya Xweser û modela wê ya pêşketî di rêvbirina herêmê de" şîrove kir û got: "Ya balkêş di vê tecrubeyê de nûnertiya tevahî pêkhateyan e ku tu pêkhate nehatiye paşguhkirin. Her wiha modela hevserokatiyê ye ku di tevahî meclis, deste û nivîsgehên rêveberiyê de hatiye rûniştandin."

Li gorî nûçeyê, her du aliyan girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet, pêşxistina têkiliyên di navbera dewleta Ozbekistanê û Rêveberiya Xweser de nêrîn parve kirin.

Her wiha şandeyê, behsa astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, di nav de astengiyên li hemberî terorê, rewşa aborî, ambargoya li ser herêmê, girtina deriyê sînor ê Til Koçerê, bandora qanûna Qeyser, hilweşîna lîreya Sûrî û belavbûna vîrusa koronayê  kir.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve "Teqezî bi girîngiya dîtina rêbazên alternatîf ji bo şandina derziyan bi awayekî yekser ji herêmê re hate kirin", her wiha hate gotin ku derman bi vî awayê neyê şandin ku karesteke mirovî çêbibe.

Li gorî nûçeyê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer qala êriş û gefên dewleta Tirk  û binpêkirinên wê yên domdar ên li herêmên dagirkerî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Her wiha teqez kir ku ev gef û êriş ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ye û hewldaneke ji bo jinûve geşkirina DAIŞ'ê ye. Omer got, dewleta Tirk di projeya xwe ya guhertina demografiyaya herêmê de berdewam e.

ANHA