​​​​​​​Rêveberiya Xweser soza pêkanîna ewlehiyê li taxa Teyî da

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis got, tevahî saziyên rêveberiyê ji bo xizmeta taxa Teyî û pêkanîna ewlehî û jiyaneke bi rûmet ji bo şêniyên wê re dê di nava tevgerê de bin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser soza pêkanîna ewlehiyê li taxa Teyî da
​​​​​​​Rêveberiya Xweser soza pêkanîna ewlehiyê li taxa Teyî da
​​​​​​​Rêveberiya Xweser soza pêkanîna ewlehiyê li taxa Teyî da
28 nîsan, 2021   14:44
QAMIŞLO

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê serdana taxa Teyî kir ku ev çend roj in ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî hatiye rizgarkirin

Şande, ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û Telet Yûnis, Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Semer Hisên, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Keleş, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif û endamên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk dihat.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis daxuyanî da û got: "Em vegera ewlehî û aştiyê li taxa Teyî li tevahî şêniyên taxê, şêniyên bajarê Qamişlo, li şehîdan û tevahî hêzên ewlehiyê yên ku li ber xwe dan, pîroz dikin."

Yûnis diyar kir ku taxa Teyî girêdayî bajarê Qamişlo, şêniyên wê ji ber serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya li taxê ku nedihiştin rêveberiya xweser xizmetan pêşkêşî taxê bike, gelek zehmetî dîtin.

Yûnis got: "Ji niha û şûnde tevahî saziyên Rêveberiya Xweser dê di amadekeriyeke xurt de bin da ku tawîzan bide şêniyên taxê ku ji ber kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî azar kişandine. Dê xizmetên tenduristiyê, jîngehî û kehrebe bi awayekî domdar ji taxê re werin pêşkêşkirin."

Telet Yûnis di dawiyê de got: "Em ê ewlehî, aramî û rêxistinbûya şêniyên taxê pêk bînin. Em di Rêveberiya Xweser de xizmeta civakê dikin, em jiyaneke bi rûmet ji şêniyan re peyda bikin û soz didin ku em ê ewlehî û jiyaneke bi rûmet li taxê bidin rûniştandin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j5UO9emG_VI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>