Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qela Bêdewê parve kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 25’ê Nîsanê ya li Qela Bêdewê ya Herêma Zapê li hêzên dagirker ên Tirk hate dayîn, parve kir.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qela Bêdewê parve kir
28 nîsan, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “25’ê Nîsana 2021’ê di saet 17:20’an de dagirkerên  li Qela Bêdewê ji aliyê  hêzên me ve hat hedefgirtin.

Di wê çalakiyê de herî kêm  2 dagirker hat cezakirin û  2 dagirker jî birîndar bû.”

Heman rojê hêzên YJA Starê saet 12:10’ê li dijî dagirkerên li devera Qela Bêdewê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kiribûn 2 dagirker hatibûn kuştin.

Êrişa sêyemîn jî saet 18:00’an li heman qadê bi sekvaniyê hate kirin û 2 dagirker din jî hatibûn kuştin.