Ciwanên herêma Efrînê: Em ê heta qewitandina dagirkeran li ber xwe bidin

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Zapê, Metîna û Avaşînê teqez em ê bi ser bikevin" bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandan li dar xist.

Ciwanên herêma Efrînê: Em ê heta qewitandina dagirkeran li ber xwe bidin
28 nîsan, 2021   12:53
ŞEHBA

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê li ser rêya di navbera gundê Til Qerah û navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê de kom bûn. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandanê ji gundê Til Qerah dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya li Ehresê ve dewam kir. Beşdaran sloganên ku berxwedana rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînê silav dikin, berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/04/28/120218_shbybh-iqlym-afryn-snzl-mstadyn-lkafh-alhjmat-hta-trd-almhtl-28329.webp

Xwepêşandêr li pêşiya navenda ciwanan sekinîn, li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Lîlas Sîdo bi zimanê kurdî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku nasnameya gelê Kurd tune bike û hate gotin ku dewletên kapîtalîst xwe li ser asîmîlekirina nasnameya gelan ava dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên li dijî Zapê, Avaşîn û Metînê hewl dide tola binketina xwe li çiyayên Kurdistanê hilîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê em ê berxwedana xwe heta têkbirina faşîzma dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê û qewitandina dagirkeran, dewam bikin.”

Xwepêşandan bi sloganên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zjor26r92w4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>