Xebatên xizmetguzariyê li taxa Teyî ya rizgarkirî dewam dikin

Piştî ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ya Qamişloyê hatin derxistin, Şaredariya Gel a Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê li taxê berdewam dike.

Xebatên xizmetguzariyê li taxa Teyî ya rizgarkirî dewam dikin
28 nîsan, 2021   11:52
QAMIŞLO

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî a ya Qamişloyê derxistin, Şaredariya Gel û bi hevkariya Meclisa Gel a Qamişloyê duh dest bi qonaxa yekemîn a paqijiyê kiribû.

Îro xebatkarên şaredariyê û komîteya restorakirina kehrebeyê ya girêdayî Şaredariya Gel ji seatên sibehê ve dest bi qonaxa duyemîn a hemleya paqijiyê li taxa Teyî kir.

Her wiha komîteya restorakirina kehrebeyê di roja 3`yemîn de xebatê restorekirina torên kehrebeyê ku di şerê li taxa Teyî hatibûn qutkirin, berdewam dike.

Xebatkarên şaredariyê bermahiyên şer û gilêşê ji taxê radikin, piştre kolanên taxê tên şûştin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B20Y5EdUL9I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>