Şêniyên Qamişlo û Til Temirê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin

Meclisên navçeyên Qamişlo û Til Temirê bi du daxuyaniyên cûda bêdengiya navneteweyî û bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêr der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de şermezar kirin.

Şêniyên Qamişlo û Til Temirê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin
27 nîsan, 2021   13:44
QAMIŞLO

Daxuyaniya Meclisa Navçeya Qamişlo ji aliyê endama Komîteya Jin a Meclisa bajarê Qamişlo Zozan Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 23`yê Nîsanê dest pê kirin, hemwextî salvegera komkujiya Ermenan pêk hat.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gnYR30lZvLs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha hate diyarkirin ku armanca van êrişan qirkirina gelê Kurd e û wiha hate domandin: "Êrişa dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî têne kirin û bêdengiya PDK`ê êrişên dewleta Tirk rewa kir. Ev êriş û bêdengî ne ji vê kêliyê ve ne, lê belê berdewama komployeke navneteweyî ye, divê hêzên siyasî yên kurdî û gelê Kurd van êrişan red bikin."

Daxuyaniya Meclisa Navçeya Til Temirê ji aliyê hevserokê şaredariya gel Ebulbaqî Kotî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi tevahî hikumetên ku ji damezrandina wê derketine, bi tevahî rêbazan ji qirkirin, siyasetên înkarê û tunekirina nasnemeyê şerê gelê Kurd û tevgerên wê yên azadîxwaz dike.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i0Slzvwr_wU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hinceta şerê Partiya Karkerên Kurdistanê hewl dide destkeftiyên gelên herêmê têk bibe û bi têkbirina tevgerên azadîxwaz û şoreşgeran hêviya gelê Kurd a azadiyê tune bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê der barê ketina dewleta Tirk xaka Iraqê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de hatin şermezarkirin, her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin û siyasetên dewleta Tirk a faşîst teşhîr bikin.

(bx-dm)

ANHA