HPG: Li Metîna, Avaşîn û Zapê 33 leşker hatin kuştin- HATE NÛKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku  di çalakiyên gerîlayan de 33 leşker hatin kuştin.

HPG: Li Metîna, Avaşîn û Zapê 33 leşker hatin kuştin- HATE NÛKIRIN
27 nîsan, 2021   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk ên li herêmên Heftanîn, Metîna, Avaşîn û Zapê daxuyanî da. HPG’ê li ser çalakiyan û êrişan ev agahî parve kir:

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSAN''

''Çalakiyên hêzên me yê di vê çarçove ya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ wiha ye:

25’ê Nîsanê saet 08:20’ê hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Mamreşo yên Herêma Avaşîn bicih bûbûn, çalakiye kirin. Di vê çalakiya bi bandor hate lêdan de, 2 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Nîsanê saet 07:40 û 11:00’an hêzên me bi şêwazê taktîka sekvaniyê li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Serdar ê li Herêma Zapê bicih bûbûn, 2 çalakî kirin. Di van çalakiyan de leşkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

26’ê Nîsanê dagirkerên li Girê Şehîd Serdar ê Herêma Zapê bicih bûbûn, saet di navbera 14:00-15:00 bi doşkan û hewanan hatin hedefkirin. Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê herêm bi dijwarî bombe kir.

26’ê Nîsanê saet 17:00’an dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Herêma Zapê hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de ku 4 caran bi roketan dagirker hatin hedefkirin, 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirker piştî çalakiyê derdor bi çekên giran û helîkoperan bombe kirin.

26’ê Nîsanê heman rojê saet 17:40’î 2 çeperên dagirkerên ku li devera Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê bicih bûbûn, hatin hedefkirin û lêdan. Di çepera yekem de, 3 dagirker hatin cezakirin û kamereya mobesê ya li çeperê hate rûxandin. Di çepera duyemîn de jî 2 dagirker hatin cezarkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobesayê jî hate rûxandin.

27’ê Nîsanê saet 07:30’î ji nêz ve li dagirkerên ku dixwestin li Girê Şehîd Serdar ê Herêma Avaşîn bibin û dar dibirîn li wan hatiye dayîn. Di vê çalakiyê de bi îsabet li dagirkeran hatiye xistin, 2 dagirker hatine cezakirin.

27’ê Nîsanê saet 10:30’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn bicih bûbûn, bi katûşa çalakiyek hate kirin. Hedefên hatin nîşakirin bi bandor li wan hate dayîn.

PÊNGAVA CENGA ŞOREŞGERÎ YA XABÛR

24 û 25’ê Nîsanê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serhat û Şehîd Çiya yên Herêma Metînayê xwestine bi cih bibin, bi taktîka sabotajê 4 caran li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

26’ê Nîsanê saet 13:00’an li Kanî Masî li dijî qereqola artêşa Tirk hemwext 2 çalakî hatine kirin. Yek jê çepera A4 û 2 dagirkerên li nav hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de çepera çeka A4 û çek bi xwe hatin îmhakirin, 2 dagirker jî hatin cezakirin. Hemwext bi taktîka sekvaniyê jî dagirker hatin hedefkirin û dagirkerek hate cezakirin. Di encama çalakiyên hemwext de çepera çeka A4, û çeka A4 hate rûxandin, 3 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Nîsanê saet 15:00’an li dijî dagirkerên li girê Şehîd Serdar a devera Derarê ya Herêma Metînayê çalakiyek hate kirin. Dagirkerên li herêmê xwe veşartibûn, ji aliyê hêzên me ve hatin feqkirin, hatin xistina bin kontrolê. Piştre dagirkerên hatibûn kontrolkirin, li wan hate dayîn. Bi qasî hate zelalkirin 4  dagirker hatin cezakirin, gelek jî hatin birîndarkirin.

26’ê Nîsanê saet 16:00’an li dijî dagirkerên li Girê Zendûra yê Herêma Metîna hatibûn bicihkirin, çalakiyeke ya sekvaniyê hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGER A CENGA HEFTANÎNÊ

Bi çarçoweya Pêngava Cenga Heftanînê hêzên me 23'yê Nîsanê saet 13:40'î li herêma Heftanînê, li dehma Koxê Mele Yehya ya qada Şehîd Kenal li dijî dagirkeran du çalakî kirine. Di çalakiya pêşî de derb li kozika çeka A4'ê hatiye xisetin, ev kozik li gel çar dagirkerên tê de hatiye îmhakirin. Di çalakiya dîttir de derb li komeke dagirker hatiye xistin, 3 dagirker hatine cezakirin. Di herdu çalakiyan de du kozik hatine tinekirin û 7 dagirker hatine cezakirin.

LI AVAŞÎNÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

23'yê Nîsanê li qada Mamreşo a li herêma Avaşînê dema ku hate xwestin leşekrên dagirker werin danîn hevrêyên me yên leheng Asya, Ekîn û Çiyager bi çekên giran bi lehengî derb li helîkoptêrê dane. Hevrêyên me yên leheng tevahiya şevê şer kirine û nehiştine ku dagirker li vir bi cih bibin. Di şer û bombebaranê de hevrêyên me Asya, Ekîn, Çiyager û Dilgeş bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Hevrêyên me ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bedena xwe kirine bend, bi milîtaniya Apoyî û lehengî li dij dagirkeriyê rawestiyene û derbên giran li dijmin dane. Hevrêyên me yên leheng ku liş dijî her êrîşa bi mebesta dagirkirina Kurdistanê fatoreyeke giran li dagirkeran dibirin, rêya ku ber bi Şoreşa Azadiyê ya Kurtdistanê ve diçe zêdetir nêzîk kirine, helwesta mînak ku ji di jiyana xwe de nîşan dane û bi pratîka xwe ya bi lehengî navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê danîne. Helwesta hevrêyên me, berxwedana wan, giyanê wan ê berziû vîna wan a qeyîm a Apoyî wê ji aliyê me hevrêyên mayî ve tim weke mînak were dîtin û bibe sedmea tolhildana wan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê didin tevahiya gelê Kurdistanê, sond dixwin, li ser rêya şehîdan em aramnca wan a bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad pêk bînin.

BOMBEBARNÊN DAGIRKERAN

Artêşa TC'ê ya dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine.

Derheqê bombebaranan de agahiyên berfireh wiha ne;

26'ê Nîsanê saet 00:15'an balafirên şer derdora gundê Orê yê qada Şehîd Rûstem a herêma Zapê bombe kirin.

26'ê Nîsanê saet 09:30'an Tabûra Ereban a herêma Avaşînê carekê, saet 16:50'an qada Qartal bi balafirên şer du caran hatiye bombekirin.

26'ê Nîsanê nîvrokî qada Şûkê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

27'ê Nîsanê saet 07:20'an li herêma Avaşînê qada Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

27'ê Nîsanê saet 07:30'an li herêma Zapê girê Şehîd Şahîn bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Her wiha Qadên Parastinê yên Medyayê bi domdarî didin ber obûs û hawanan.''

Nasnameyya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ekîn Tilora

Nav û Paşnav: Vahîde Zengîn

Cihê Jidayikbûnê: Colemerg

Navê Dayikê-Bav: Kamîle – Tahir

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021

***

Nasnav: Dilşêr Egîd

Nav û Paşnav: Zennun Muhammed Salih

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Navê Dayikê-Bav: Azîza – Muhammed Salih

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021

***

Nasnav: Asya Kerîm

Nav û Paşnav: Mîne Îpekten

Cihê Jidayikbûnê: Bûrsa

Navê Dayikê-Bav: Feyrûze – Mahmut

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021

***

Nasnav: Çiyager Cizîrî

Nav û Paşnav: Bereket Beytûr

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê-Bav: Hatîce – Omer

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021