​​​​​​​Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen hate berdan

Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen ku dema meşa 25'ê Nîsanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk dişopand, li hêla Asayîşa Silêmanî ve hatibû girtin, piştî bertekan hate berdan.

​​​​​​​Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen hate berdan
27 nîsan, 2021   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen dema ku meşa ji bo êrişên dagirker ên şermezar bike hatibû lidarxistin dişopand hatibû girtin.

Nûçegihanê ANF'ê ku ev 2 roj in agahî jê nedihate standin piştî bertekan hate berdan.

CPJ'ê û Nûnerê Afrîkaya Bakur Îgnacîo Mîgûel ku nav rojê daxuynaî dabûn, xwestibûn ku Hesen demildest were berdan û bihêlin ku nûçegihan li herêmê bi azadî karê xwe bikin.

Serokê Navenda Parastina Mafên Nûçeginan (METRO) Diyarî Mihemed jî eynî tişt xwestibû.

Hesen got piştî ku ew hatine berdan rewşa wan baş bûye, behsa şertên destgîrkirinê kir.

Hesen diyar kir bi dehan kes ketine grêva birçîbûnê, 8 jê jin, 55 kes destgîrkirî ne û temenê hinan zêde ye.

Hesen got, ''Nexweşiya dil bi hinan re heye û rewşa wan ne baş e. Ên destgîrkirî gotin heta ku ew werin berdan wê grêva birçîbûnê bidomînin.''

Nûçegihan Hesen got ti têkiliya wan bi çalakiya 25'ê Nîsanê re nebûye, ''Dema ku ji kolanê derbas bûne hatine destgîrkirin. Ew jî weke yên din ketine grêva birçîbûnê.''

Hesen got ew jî di greva birçîbûnêde bûye, kesên ku piştevanî danê malavahî li wan kir.