Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şer

Li gundewarên Dêrazorê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de, şerekî dijwar derket û di encama wê de 3 endamên hêzên hikûmetê hatin kuştin.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şer
27 nîsan, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê şevê din êrişî baregehên hikûmeta Şamê li herêma El-Teyarat a di nava çolistana Meydîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê, kir.

Di navbera her du aliyan de şerê giran rû da û di encama wê de 3 endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ku ji SOHRE` re diyar kir ku li herêma şer lê rû da, nêzî herêma Mezari ya girêdayî komên alîgirên Îranê ye, lê wan koman alîkariya hêzên hikûmeta Şamê nekir. 

 (bx)