Li taxa Teyî xebatên paqijiyê dest pê kirin

Şaredariya Gel a Qamişloyê, piştî derketina çeteyên “Dîfaa El-Wetenî” ji taxa Teyî, dest bi  paqijiya taxê, kir

Li taxa Teyî xebatên paqijiyê dest pê kirin
27 nîsan, 2021   08:15
QAMIŞLO

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên “Dîfaa El-Wetenî” yên girêdayî hikumeta Şamê ji taxa Teyî ya li başûrê Qamişloyê derxistin, Şaredariya Gel bi hevkariya Meclisa Gel a bajêr dest bi xebatên paqijiyê kirin.

Îro ji seatên sibehê ve karkerên baqijiyê yên Şaredariya Gel a Qamişloyê derbasî taxa Teyî bûn, da ku taxê ji bermahiyên şer û ji qirêjiya li kolanan paqij bikin.

Xebatên paqijkirinê bi rakirina çopê dest pê kir û bi şûştina kolanan bi rêya erebeyên agirkujiyê dewam dike. 

Di 20`ê Nîsanê de çeteyên “Dîfaa El-Wetenî” êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û Hêzên Ewlekariyê ew êriş bê bersiv nehiştin.

Hêjayî gotinê ye ku duh komîteyên restorakirina kehrebeyê yên Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi çêkirina torên kehrebeyê yên xirabûyî yên taxa Teyî kirin.

(sb)

ANHA