Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî

Ji ber şerê ku ev zêdetirî 10 sal in berdewam e, gelek diyardeyên civakî yên neyînî derketin holê jê parsekî û hwd li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, bi awayekî zêde belav bûye.

Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî
Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî
Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî
Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî
Li herêmên hikumeta Şamê diyardeya parsekî
27 nîsan, 2021   08:11
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Ji ber şerê ku ji zêdetirî 10 salan ve berdewam e, bajarên Sûriyê wêran bûn, zêdetirî 6 milyon kes di hundirê welatê de koçber û penaber bû. Her wiha gelek diyardeyên civakî yên neyînî derketin holê ku azarên gelê Sûriyê rave dikin. Kesybaziya bazirganên şer ji van diyardeyan re ji bo pere bi dest bixin, yek ji encamên vî şerî ye.

Diyardeya bêhnkirina Şeilê (madeyeke kîmyewî ya bi jehr e ku cureyek ji madeyên zeliqok e û ji bo wê tê bikaranîn) li Şamê di nava ciwanên bi temen biçûk de bi taybet li taxa El-Şeilan, belav bûye.

Ciwanên bi temen biçûk vê madeyê wek madeyên hişbirê bi kar tînin, da ku ji ser hişê xwe ve biçin, beyî ku xetereya wê li ser pergala sinirê nas bikin.

Piraniya ciwanên ku vê madeyê bi kar tînin yan sêwî ne yan jî endameke malbata xwe di şer de winda kirine, bê xwedan mane û tu rêxistinek xwedî lê derneketine. Ji ber wê berê xwe didin mîna vê diyardeyê.

Li rex vê diyardeyê, dem demê bûyerên xwekuştinê ji ser Pira El-Reîs a li naverasta Şamê rû didin.

TORÊN BIRÊXISTINKIRÎ

Li herêmê di bin kontrola hikumeta Şamê de torên birêxistinkirî yên bazirganiya mirovan belav dibin. Jê jinan wek amûr difroşin mêrên zengîn. Hinek din jî wan di fihûşê de bi kar tînin. Toreke din jî jinan ji bo firotina madeyên hişbirê bi kar tînin. Li rex wê jî torên bazirganiya organên mirovan hene ku bi torên cîhanî re hevkar in.

Ev tor bi giştî zarokên parsek ên di kolanan de dimînin dikin hedef ku xizmên xwe di şer de winda kirine û kesek xwedî li wan der nakeve.

PARSEKTÎ

Parsektî li kolanên Şamê bûye tişteke normal, bi dehan parsek di nava kolanan de parsektiyê dikin.

Li gorî pergaleke birêxistinkirî û li gorî temen û zayendê di nava kolanên paytextê de belav dibin. Lê herî zêde zarok di vî warî de têne bikaranîn.

Kesên ku van toran bi rêve dibin, zarokan bi kar tînin da ku bala şêniyan bikişînin ser xwe û wan dikin amûreke ji bo bidestxistina pereyan.

Zarok ne tenê di mîna van toran de tên bikaranîn, lê gelek malbat hene zarokan bi kar tînin da ku pere bi dest bixin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê T.W. dibêje: “Parsek bi tevgerên xwe yên fêlebaz û provakatîf mirovan aciz dikin. Hesta şermiyê ya şêniyan bi kar tînin, da ku wan neçar bikin ku pere bidin wan.“

Şêniya bi navê F.C. jî got: “Dibe ku gelek parsek hewcedar bin. Em pere bidin wan, cihê qenciyê ye.”

Ji ber bikaranîna zarok û ciwanan di parsektiyê de çîneke civakî ku jêdera xwe ji vî karî derdixe, derdikeve holê. Pê re gelek encamên neyînî der dikevin jê zarok fêrî bikaranîna madeyên hişbirê dibin, keç rastî destavêtinê û tecawîzê tên.

Bi berdewamkirina aloziya Sûriyê re, gelek kes neçar man ku parsektiyê wek pîşeyeke demkî bike, ji ber ku hemû tişt li bajarê xwe winda kir û li bajarekî din wek koçber di nava parkan de û li ser rêyan dimîne û debara xwe bi pereyên ku ji parsektiyê kom kirine, peyda dike.

TORÊN KU DESTEKÊ JI RAYEDARAN DIGIRIN

Girêdayî heman mijarê, analîzvana civakî ya bi navê N.E. dibêje: “Divê destpêkê em sedemên derketina van diyardeyan analîz bikin da ku bigihêjin encamên rast."

N.E. ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hebûna vê diyardeyê îsbat dike ku hevgirtina civakî û berpirsyarî ya di civakê de lawaz e. Her wiha îsbat dike ku rola dewletê û saziyên wê yên têkildar lawaz in û nikarin çareseriyên guncaw jê re bibînin.

N.E. îşaret pê kir ku saziyên hikumetê yên têkildarî vê mijarê, Wezareta Karûbarên Civakî ye ku divê parsekan hemêz bike û wan ji nû ve perwerde bike, lê wezaret vê rastiyê paşguh dike. Her wiha da xuyakirin ku Wezareta Hundirîn jî divê mîna van diyardeyan kontrol bike û rê li pêşiya derketina wê bigire.

N.E. wiha domand: “Komên ku van karan dikin, di torên birêxistinkirî de dixebitin. Hinek wan bi rêve dibe. Bêguman ew kes xwedî têkiliyên fireh in an jî gotinên wan di saziyên hikumetê de dimeşin (wasta), ji ber ku parsekên ku kar dikin ji aliyê kesên ku ji wan re parastin û stargehê peyda dikin ve, tên bikaranîn.”

N.E. destnîşan kir ku ev diyardeya ku êdî di nava herêmên hikumeta Şamê de bi awayekî zêde belav bûye, bi girtina parsekan an jî kesên madeyên hişbirê bi kar tînin an jî wan têkin navendên xwedîderketinê re, nayê çareserkirin, ji ber ku dê jê birevin.

N.E. teqez kir ku divê navendên pirspor ên psîkolojî û civaknas werin vekirin ku derûniya wan zarok û ciwanên temen biçûk, ji nû ve perwerde bikin.

Li gorî N.E. ev yek di dema niha de ne pêkane, ji ber ku armancên sereke yên  hikumeta Şamê hene û berjewendiyên van toran ji berjewendiyên hikumetê ne û hikumet naxwaz wan ji dest bide.

(şx)

ANHA