​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Îranê dê serdana Qeter û Iraqê bike

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo pêşxistina têkiliyên dualî û şopandina dan û standinên herêmî dê sibê (yekşem) serdana Qeter û Iraqê bike. 

​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Îranê dê serdana Qeter û Iraqê bike
24 nîsan, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîb di daxuyaniyekê de diyar kir ku Zerîf dê sibê tevî şandeyekê serdana Qeter û Iraqê bike. 

Her wiha diyar kir ku ev serdan di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dualî û şopandina dan û standinên herêmî de pêk tê. Xatîb destnîşan kir ku Zerîf dê bi gelek rayedarên payebilind ên her du welatan re bicive.

 (dx)