​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li ser herêma Zapê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Zapê şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li ser herêma Zapê şermezar kir
24 nîsan, 2021   12:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî wiha ye:

"Sicîla dewleta Tirk a dagirker bi komkujî û binpêkirinên li dijî gelan tê naskirin. Dewleta Tirk rêzdarî neda qanûn, pîvanên navneteweyî, ol, meha Remezana pîroz û pîrozbahiyan û ji dema hatiye avakirin û heta niha hilweşandin, kuştin, talankirin û guhertina demografiyê li dijî gelên herêmê pêk tîne.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên bejahî û hewayî li ser herêma Zapê pêk anîn. Îro di saetên sibê de bi armanca dagirkirinê û piştî bombebarana dijwar a balafirên şer li ser herêma Avaşîn û bi derbasbûna bejahî de, ev bombebaran wek bersivdayîna serkeftinên HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat.

Dewleta Tirk a faşîst kêliyekê topbarana herêmên ku sivîl di wan de dijîn, nesekinand. Hincetên wê jî ne rast in. Ji duh ve dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike da ku zextê ji ser çeteyên Dîfa El-Wetenî ên li taxa Teyî kêm bike.

Dewleta Tirk komployên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê didomîne. Wek astengekî li pêşiya azadiyan û projeyên demokratîk ku rêber Abdullah Ocalan banga wî kiriye, disekine. Dewleta Tirk a faşîst hewl dide planên komployên nû li dijî projeya neteweya demokratîk ku armanca wê yekitiya gelan di jiyana hevbeş û jiyana aştiyane di nav hev de ye, çêke.

Dewleta Tirk a dagirker dest bi bi pêkanîna ajandeyên xwe bi lihevkirina bi hikumeta Iraq û Sûriyê re ku derbasî herêmên Şengal, Şehba, Til Rifet û hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek li beramberî çavên cîhanê û rêxistinên ku bi navê mirovahiyê û mafên mirovan bang li xwe dikin, tê kirin.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi tundî bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî der barê komployên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û pêkhateyên wê de, her wiha tunekirina hebûna gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, şermezar dikin."

(bx)

ANHA