Li Minbicê ji ber teqîna lûleyeke gazê 2 kes birîndar bûn

Li navenda Komeleya Hevkariyê ya Minbicê îro lûleyeke gazê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Li Minbicê ji ber teqîna lûleyeke gazê 2 kes birîndar bûn
24 nîsan, 2021   12:06
MINBIC

Heya niha sedemên teqînê diyar nebûne. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn hîn jî der barê bûyerê de lêpirsînê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên alîkariyê kesên birîndar birin nexweşxaneyê û navend jî ji tevahî lûleyên gazê vala kir.

(dx)

ANHA