Hêzên ewlekariya cenazeyên 3 çeteyên Dîfaa El-Wetenî radest kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên 3 çeteyên Dîfaa El-Wetenî radestî Komîteya Têkiliyan a Polîsên Leşkerî ya Rûsya û hikumeta Şamê kirin.

Hêzên ewlekariya cenazeyên 3 çeteyên Dîfaa El-Wetenî radest kirin
24 nîsan, 2021   11:35
NAVENDA NUÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, îro her 3 cenaze radestî Komîteya Têkiliyan a Polîsên Leşkerî ya Rûsyayê û hikumeta Şamê kirin.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî êvara sêşemê, êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda ya Qamişloyê kir. Di encama bersivdayînê de şer derket ku di encamê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendên jêderên êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li taxa Teyî kontrol kirin.

(şx)

ANHA