HPC ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şev û roj ranaweste

Ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji dema destpêkirina rewşa şer li Qamişloyê bendên xwe yên kontrolê di nava kolan û taxan de zêde kirin û diyar kir ku di hemû rewşan de ew amade ne axa xwe biparêzin.

HPC ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şev û roj ranaweste
24 nîsan, 2021   08:24
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 20`ê Nîsanê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li Qamişloyê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encama wê êrişê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Di heman rojê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina sivîlan de êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî bê bersiv nehişt.

Ji bo parastina gel û piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji berbanga sibê hetanî seatên derengiya şevê Hêzên Parastina Civakî (HPC û HPC-Jin) li kolanên Qamişloyê tevgera xwe zêde kir.

‘EM PIŞTGIRIYA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN DIKIN’

Endamê HPC`ê Mihemed Xêr Elîka (55) diyar kir ku piştî derxistina tevliheviyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve li Qamişloyê, daketin kolanên bajêr.

Elîka da xuyakirin ku wan bi hevkariya endamên komînên bajêr, bendên kontrolê li ser kolanên sereke û di nava kolanên şaxî de jî danîn.

Elîka da zanîn ku wan dewriyeyên xwe di nava hemû taxên Qamişloyê de jî zêde kirin û wiha got: "Me hin bendên xwe yên kontrolê li derdora cihê bûyerê jî danîn."

‘ÇI BÊ XWESTIN EM AMADE NE’

Li aliyekî din endama HPC-Jin Wedha Wanikî (53) destnîşan kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî aramiya bajarê wan têk dibin û wiha domand: "Ji bo vê yekê em ji seatên sibehê ve li kolanan dimînin û parastina bajarê xwe dikin. Di her kêliyê de çi ji me bê xwestin em amade ne."

Wedha diyar kir ku tu tişt li pêşiya wan ji bo parastina axa herêmê nabe asteng û got: "Di serma yan germê de be jî, em hazir in."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y1gBQwejBrQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>