Li Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi hev ketin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundewarên başûrê Idlibê bi hev ketin.

Li Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi hev ketin
24 nîsan, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li eniya El-Riwêha ya gundewarên başûrê Idlibê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Xirbet El-Naqûs û El-Enkawî yên Deşta El-Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmanê Idlibê digerin. 

Her wiha, hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitîra, Sifohin, Filêfil û Benîn ên Çiyayê El-Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê, bi moşekan topbaran kirin.

(dx)