Di maleke taxa Teyî ya Qamişloyê de çek hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di maleke li taxa Teyî ya Qamişloyê de gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Di maleke taxa Teyî ya Qamişloyê de çek hatin dîtin
24 nîsan, 2021   07:56
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibê di çarçoveya operasyonên lêgerînê de di jêderên êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî de, di maleke li taxa Teyî li kolana Xewla Bint El-Ezwer de laptopek û gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Çekên hatine desteserkirin; 3 kalaşînkov, 2 tifingên Birno, 3 debance, dûrbîneke şevê û hin cebilxane ne.

Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Teyî berdewam in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I58fkNt_VP8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>