Şehîd Aşûr li Qamişloyê hate oxirkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan, îro bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro; Yeqûb Şabo Yeqûb li Qamişloyê oxir kir.

Şehîd Aşûr li Qamişloyê hate oxirkirin
19 nîsan, 2021   10:04
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) di sala 2014`an de tev li Hêzên Sotoro bûbû û di 18`ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd Aşûr ji aliyê heval û malbata wî ve derbasî Dêra Mar Qirêqas a Suryanan bû, piştre sirûdên olî li ser cenazeya wî hatin xwendin.

Piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro, Partiya Yekitiya Suryanan, malbat û hevalên şehîd Aşûr, cenazeyê wî bi karwanekî birin Goristana Şehîdan (El-Kildan) a li taxa Siyahî li Qamişloyê.

Li goristanê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Yeqûb Hena axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da.

Her wiha berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Ekad Hena axivî  û got: "Em soz didin şehîdên xwe, em ê rêya wan bişopînin hetanî ku em mafên xwe yên rewa bi dest dixin.”

Piştî axaftina Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) hate kirin.

(sb)

ANHA