Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava

Damezirînerên însiyatîfa "Keziyên Kesk" da zanîn ku armanca insiyatîfê hêşînkirina herêmê ye, her wiha destnîşan kir ku ev projeya wan qêrîna ax û jîngehê ye û ji gel, partiyên siyasî û saziyan xwest ku piştgiriyê bidin vê xebatê.

Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
Keziyên Kesk… projeyeke ekolojîk li Rojava
19 nîsan, 2021   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Însiyatîfa Keziyên Kesk ku di Cotmeha 2020’an de ava bû, armanca wê ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deverên hêşînahiyê zêde bike.

Navê ‘Keziyên Kesk’ ji têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha keziyên jinên êzidî yên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, hatiye girtin.

Me armanca projeya Keziyên Kesk bi endezyarên çandiniyê Xefşê Erefat û Mehmûd  Çeqmaq re nîqaş kir.

Endama însiyatifê Xefşê Erefat der barê xebatên xwe de agahî dan û diyar kir ku ew endezyara çandiniyê ye û bi dilxwazî tev li xebatên însiyatîfê bûye û wiha got: “Kêmbûna oksîjenê li herêmê faktoreke girîng a zêdebûna nexweşiyên cuda ye. Armanca me ew e ku em xebata bi gel re baştir bikin. Em ê vê yekê bi çandina şitilan bi hev re bikin."

Xefşê Erefat destnîşan kir ku karê wan ne tenê çandina daran e, her wiha lênêrîna şitilan e jî û destnîşan kir ku ew daran wek jîndar dibînin û wan wekî zarokan derman dikin û wiha dewam kir: "Divê hûn wan ji nexweşî û şewatê biparêzin. Ji bo vê jî em armanc dikin ku bi geşkirina hişmendiya gel qadên ku em lê dijîn, hêşîn bikin.”

Endezyar Xefşê Erefat diyar kir ku ew jî wek mamoste dixebite û ev yek nebûye asteng ku ew beşdarî vê projeyê bibe û got: "Wek jinekê ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî vê xebatê dibim. Her wiha gelek saziyên jinan ên wekî Kongreya Star û Sara û her wiha hevalên me yên jin ên di saziyên din de dixebitin, di nava van xebatan de dilxwaz in."

‘HER ŞITILEK DÊ BIBE DAREK, HER DAREK DÊ ŞITILÊN NÛ BIDE’

Xefşê  Erefat wiha axivî: "Piştî ku şitil ji aliyê pisporan ve li herêman hatin belavkirin, dê di demeke kurt de biçînin. Niha pir biçûk xuya dikin, lê dema ku ax bi av û oksîjenê têr bû, zûtir şîn dibin. Em ê li gel jî belav bikin. Lê belê pirsgirêk ne tenê çandina şitilan e, di heman demê de divê ev xebat bê domandin. Em hewl didin vê hişmendiyê jî çêkin. Ji ber vê yekê, divê kesên ku şitilan diçînin jî bi berpirsyarî tev bigerin."

Her wiha Xefşê Erefat diyar kir ku ew ji cureyên daran ên ku li Rojava hene, şitilan diçînin, axa Rojava bi çandiniyê pir dewlemend e û got: "Her dareke ku li herêmê tê çandin xwedî taybetmendiyeke cuda ye û her wiha sûdên wan ên cuda hene. Nemaze di aliyê tenduristî û hilberîna fêkiyan de sûda wan cuda ye. Di warê fêkiyan de em li vir ji bo berhevkirina darên fêkiyan ên wekî hejîr û tirî yên ku ji bo avhewaya herêmê guncaw in, kom dikin."

‘30 SAL E KARÊ ŞITILAN DIKIM’

Hisên Feysel (58) ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar maye ji Efrînê koç bike û niha li hewşa Zanîngeha Rojava tevkariyê li Keziyên Kesk dike, ev 30 sal e şitilan diçîne. Feysel anî ziman ku ew karê xwe wek hunerekê dibîne û got: "Em kulîlkên şevînê diçînin. Ev 30 sal e ez vî karî dikim. Ez şitilên gulan û darên din ên bedew diçînim. Ez niha gulên şevînê mezin dikim. Eger ev gul baş lê werin nihêrandin, gelekî mezin dibin û bêhneke xweş didin."

Feysel bang li şêniyan kir û got: "Bila gelê me daran biçîne û biparêze. Ev dar ji bo tenduristiya me hemûyan gelekî girîng in."

Ji damezirînerên însîyatîfa Keziyên Kesk Mehmûd Çeqmaq jî diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê demeke dirêj li Şehbayê maye û piştre li Qamişloyê bi cih bûye. Çeqmaq got bi sînema û nivîsandinê re eleqedar e û avabûna Keziyên Kesk û xebatên ku heta niha pêk anîne, nirxandin.

Çeqmaq got di rêwîtiya xwe ya ji Kobanê ber bi Qamişloyê ve deverên bê dar û çolistan li qeraxa rêyan, her tim bala wî dikişand û bi hevalên xwe re dest bi nîqaşkirina vê rewşê kir. Piştre piştî nîqaşên xwe biryar didin ku di destpêkê de bi komekê re daran biçînin. Lê ew difikirin ku ev yek dê ne çareseriya dawîn be û bi hilberandina tovan re projeye mezintir dikin. Piştî vê biryarê, bi komeke hevalan re dest pê dike.

Însiyatîfa ku wek Keziyên Kesk xebatên xwe berdewam dike, bi beşdariya Zanîngeha Rojava re dibe proje.

‘ARMANC SIBEROJEKE HÊŞÎN E’

Mehmûd Çeqmaq got: “Me nexwest em ji ber vê yekê tenê ji Rêveberiya Xweser re bihêlin û em difikirîn ku hêşînkirina van xakan pirsgirêka hemû gelan e û tenê bi hev re em dikarin herêmên xwe û erdnîgariya xwe hêşîn bikin."

Çeqmaq wiha pê de çû: “Divê em çandina daran veguherînin çandekê. Di salên dawîn de wêneyekî li Rojava di medyaya civakî de gelekî deng veda. Ji betonê dareke çêkirine. Me ev mijar rexne kir û me nexwest tenê rexne bikin. Me çalakî pêk anîn û ji bo ku Rojava bikin qadeke hêşîn, me dest bi xebatên xwe kir. Heke em niha milyonek daran biçînin, eger em nikarin wê veguherînin çandekê, şitil di nava çend salan de dê ji bîr bibin û ziwa bibin. Armanca me ew e ku salê 2 hezar daran biçînin. Me nêzî 20 hezar şitilên daran amade kirine ku îsal werin çandin. Eger em bikarin vê projeyê bi serkeftî bi cih bînin, em ê ji bo siberojê gaveke gelekî girîng biavêjin."

‘KOMEKE ME YA XWEDÎ TECRUBE Û PISPOR HEYE’

Çeqmaq anî ziman ku koma wan ji ekîbeke ku bi karê xwe dizane pêk tê, beriya niha bi çandiniyê re eleqedar bûye û wiha axivî: "Ji derve ve dar tên van deran. Însyatîfa Keziyên Kesk di nav de endezyar, cotkarên ku berê çandine û xwendekarên beşa çandiniyê hene. Bi projeya ku me daniye pêşiya xwe re em armanc dikin ku di nava 5 salan de 4 milyon daran biçînin. Heke em vê yekê ji derve bikin, dê bi qasî 28 milyar lîreyên Sûriyê be. Çima em vê ji derve bistînin; ax û av ji bo hilberîna şitiyan li cem me ye. Di heman demê de axa me ji bo çandina gelek daran jî gelekî guncaw e."

‘PROJEYA KEZIYÊN KESK TEVGEREKE EKOLOJÎK E’

Çeqmaq diyar kir ku ew difikirin ku çikiyana ava herêmê û kêmbûna qadên hêşîn jî bi polîtîkayên heyî ve girêdayî ye û got: "Li Efrîna dagirkirî, Serêkaniyê, Girê Spî dar ji aliyê çeteyan ve hatin qutkirin û demografî hate guherandin. Li vir jî heman rewş dihate tecrubekirin. Wek mînak, çemê Çeqçeq bi zanebûn hate ziwakirin. Ev çem ku berê jiyan dida daran, niha jî jiyanê dixe xetereyê. Însîyatîfa Keziyên Kesk û projeya hatiye pêşxistin, projeyeke ekolojîk e. Ev jî qîrîna ax û jîngehê ye. Em bang li raya giştî, partiyên siyasî, saziyan dikin ku tevkariyê li vê xebatê bikin. Dibe ku fikrên me yên siyasî cuda bin, lê divê em hemû li dora xweza û jiyanê bibin yek."

Mehmûd Çeqmaq da zanîn ku projeya Keziyên Kesk projeya gel e û gel jî di vê projeyê de cih digire û wiha got: "Hîn jî pêwîstiya me bi kesên xwedî tecrube heye. Em hemû dikarin li vir encameke baş bi dest ve bînin. Daxwaza me ev e. Heta niha piştgiriyeke xurt a gelê me heye. Li aliyê din, me bi Partiya Keskan û tevgerên ekolojîk ên li Ewropayê re jî têkilî danîn. Me bi wan re li ser înternetê hevpeyvîn çêkirin. Em projeya Keziyên Kesk bi gel re bi pêş dixin. Vê yekê bala ekolojîstên li Ewropayê jî kişand."

Çeqmaq wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tu ferq di navbera bajarê Dêrik û Dihokê de nîn e ku li rex hev in. Sînoran datînin, lê xweza guh nade wan, çûk û dar van sînoran nabînin. Em niha tenê li Qamişloyê vê projeyê pêk tînin. Lê di pêşerojê de em armanc dikin ku li hemû xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin. Em amade ne vê projeyê berfireh bikin. Li Efrînê dar tên şewitandin, darên li Serêkaniyê ji aliyê dagirkeran ve tên qutkirin. Havîna borî li Lazikiyeyê şewat derket, bi hezaran dar şewitîn. Eger em bikarin xwe bigihînin wê derê, em ê daran li wir jî biçînin. Em vê yekê wek berpirsyariya xwe dibînin. Dîsa em dixwazin bi çandina daran li çar parçeyên Kurdistanê wan herêman hêşîn bikin. Bi vî karî hêviya me gelekî zêde ye û em pê bawer in ku herêm dê veguhere qadeke hêşîn."

Di dawiyê de Mehmûd Çeqmaq got proje ne tenê projeya wan e, projeya gelê Rojava ye û ji gel xwest ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî xwezayê bi cih bînin.

ANHA