Rojnameyên erebî: Yewnanistan ji têkiliyên Misirê û dewleta Tirk bi fikar e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Misirê û dewleta Tirk û rewşa Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Yewnanistan ji têkiliyên Misirê û dewleta Tirk bi fikar e
19 nîsan, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘YEWNANISTAN JI NÊZÎKBÛNA MISIRÊ Û DEWLETA TIRK BI FIKAR E’

Rojnameya El-Ereb têkildarî têkiliyên Misirê û dewleta Tirk wiha nivîsî: “Tevgerên nêzîkbûna di navbera Misirê û dewleta Tirk de, fikarên Yewnanistanê çêkirin ku têkiliyên baş ên dewleta Tirk bi Qahîreyê re li berjewendiyên hevbeş ên li rojhilatê Deryaya Spî bandorê bikin.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias roja yekşemê serdana Qahîreyê kiribû û bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukrî re civiyabû. Her wiha her du aliyan şêwirên siyasî li dar xistin û gelek mijarên hevkariya dualî û dozên herêmî yên ji bo her du welatan girîng, nîqaş kiribûn. Ev yek nîşan dide ku nakokiyên di navbera Enqere û Atînayê de dê bihêlin ku li ser xwenêzîkkirina ji Qahîreyê bikevin pêşbirkê.

Yewnanistan ditirse ku têkiliyên Misirê û dewleta Tirk bandorê li hevsengiyên heyî yên li rojhilatê Deryaya Spî bike. Nemaze ku nakokiyên bi Enqereyê re roleke girîng di pêkanîna hevbendiyên aborî, leşkerî û siyasî di navbera Qahîre û Atînayê de lîst û hişt ku dewleta Tirk bê sînordarkirin.

Çavkaniyên Misirê got: “Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê hin soz ji Misirê girtin ku nêzîkbûna bi Enqereyê re dê bandorên neyînî li Yewnanistanê neke ku Qahîre û Qibris wê wek hevalbendekî stratejîk ê girîng di Forma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî de, dibînin.”

‘4 GENERAL HEWL DIDIN SEROKATIYA ÎRANÊ BI DEST BIXIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî kar û barên Îranê wiha got: “Duh, şepêla El-Muhafiz li Îranê lîsteyeke destpêkê ku tê de navên 10 bernamzetên hibijartinên serokatiyê hene, eşkere kir da ku bigihêjin namzetên dawîn ku beşdarî hilbijartinên 18`ê Hezîranê bibin û yek ji wan şûna serokkomar Hesen Rûhanî bigire. Wezîrê karên derve yê berê û berdevkê komîteya yekitiya muhafizkaran Menûşher Muteqî duh got mezinê muhafizkaran û serokê ‘Komeleya Ulemaa El-Dîn El-Mûcahîdîn’ Mihemed Elî Kermanî nameyek da her 10 bernamzetan da ku dest bi şêwirên hilbijartinên serokatiyê bikin.

Di lîsteyê de tevî general Qalîbaf, 3 generalên Pasdarên Îranê, berpirsê beşa aborî yê Feyleq El-Quds Rustem Qamisî, şêwirmendê fermandarên Pasdaran Seîd Mihemed û sekreterê giştî yê meclisa lihevanînê ya rejîmê Muhsin Rîzayî hene.”

(cx)