Li Xurmatoyê êrişa DAIŞ: çekdarekî Heşda Şebî hat kuştin

Li sînorê navçeya Xurmato ya ser bi Selahedînê çeteyên DAIŞ’ê êriş kirin, di encama êrişê de çekdarekî Heşda Şebî hate kuştin.

Li Xurmatoyê êrişa DAIŞ: çekdarekî Heşda Şebî hat kuştin
18 nîsan, 2021   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, di saetên şevê de li devera Cerf Nesir a navçeya Xurmato çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser çekdarên Heşda Şebî.

Li gorî agahiyên Rêveberê Polîsên Xurmato Emîd Hisên Elî; li sinorê Xurmatoyê çeteyên DAIŞ’ê êrişî navendeke çekdarên Heşda Şebî kirin, di navbera her du aliyan de çend deqeyek şer berdewam kiriye. Di encama şer de çekdarek Heşda Şebî yê bi navê Abdullah Setwan Casim jiyana xwe ji dest daye.