Li Serêkaniyê di şerê çeteyan de kuştî û birîndar hene

Çavkaniyan ji ANHA`yê re ragihand ku li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî şer di navbera çeteyan de rû da û di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Li Serêkaniyê di şerê çeteyan de kuştî û birîndar hene
19 nîsan, 2021   06:49
HESEKÊ

Ji beriya çend rojan ve li bajarê Serêkaniyê di navbera komên çeteyan de ji ber nakokiyên li ser qaçaxçiyê, şer rû dide.

Çavkaniyên ji hundirê bajêr ji ANHA`yê re ragihand ku şevê din di navbera koma girêdayî çeteyên bi navê El-Sultan Mûrad û komên ji Dêrazorê de şer rû da. Şerê di navbera çeteyan de li sûka navendî û sûka mirîşkan a navenda bajêr rû da. Her wiha di şer de çekên giran û RBG hatin bikaranîn.

Li gorî heman çavkaniyan ku di encama şer de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn, lê hejmar nehat naskirin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker nikarîbû destwerdan bike û şer rawestîne,  tevî ku topên çeteyan li ser axa Bakurê Kurdistanê diket. Çavkanî bi bîr xist ku şêniyên bajêr ji ber şerê komên çete, di nava metirsiyê de ne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MPiN33u0AXE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>