Li Misirê ji ber qezaya trênê 103 kes birîndar bûn

Walîtiya Qelyûbiyê ya Misirê, bi daxuyaniyekê ragihand ku trêna 949 Qahîra- Mensûra ji rê derket û di encamê de 103 kes birîndar bûn.

Li Misirê ji ber qezaya trênê 103 kes birîndar bûn
18 nîsan, 2021   14:18
QAHÎRA

Li parêzbeha Qelyûbiyê ya Misirê trêna 949 a Qahîra- Menûsra ji xeta xwe derket. Li gorî agahiyan 103 kes birîndar bûn.

Desteya Ambûlancê ya Qelyûbiyê ji bo rakirina birîndarên qezayê 20 ambulanc şandin cihê bûyerê.