​​​​​​​Li herêma Firatê qedexeya beşî ya 4 rojan hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ragihand ku îşev qedexeya giştî bi dawî dibe û dê qedexeya beşî heta 22’yê vê Nîsanê têkeve pratîkê, piştre dê qedexeya giştî ya 10 rojan pêk were.

​​​​​​​Li herêma Firatê qedexeya beşî ya 4 rojan hate ragihandin
18 nîsan, 2021   14:07
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê  bi giştînameya bi jimareya /6/ bidawîbûna qedexeya giştî  û pêkanîna qedexeya beşî ya 4 rojan ragihand. Li gorî giştînameyê piştre jî dê qedexeya giştî ya 10 rojan têkeve pratîkê.

Di naveroka giştînameyê wiha wiha gotin:

"Li gorî pêşniyarên Şaneya Aloziyê ya taybet bi pandemiya vîrusa Koronayê, Rêveberiya Xweser a herêma Firatê biryar da, ku qedexeya giştî ya li herêmên Firatê saet di 8’ê vê êvarê de bi dawî dibe û dê qedexeya beşî ji sibe heta bi pêncşemê têkeve pratîkê.

Tevahî cihên giştî  (holên şahiyan, cihên perestgeh û olî, park, klubên werzîşê û cafeteria) tên girtin, tevahî kombûnên mîna (civîn, koferans, bone û konên sersaxiyê) qedexe ne.

Tevahî dikan tên girtin, lê tenê ev dikanên firotina madeyên xwarinê (dikana firotina sebzeyan, fêkî, goşt, şêranî, mast, penêr, super market û xwaringeh) vekirî dimînin. Lê ev dikan jî divê saet ji 7’ê sibehê heta bi 7’ê êvarê vekirî bimîne û karê xwaringehan jî, tenê xwestekên derve ne.

Tevahî dikanên pîşesazî û endustirî tên girtin, tenê dikanên çêkirina alavên xizmetê û çandiniyê (dikanên çaksazkirina erebeyan, terektor, patoz, dînamoyên avê û parçeyên guhartinê) vekirî dimînin, lê divê ji saet 5’ê êvarê heta bi 8 sibehê vekirî bin.

Divê tevahî şêniyên tedbîrên parastin û xweparastinê pêk bînin, maskan li xwe bikin û ji hev bi dûr bikevin.

Tedbîrên qedexeya derketina beşî saet 7’ê êvara pêncşema bê bi dawî dibe û dûvre yekser qedexeya giştî ya bi dema 10 rojan heta 02.05.2021’an dikeve pratîkê, lê divê rewşa dikanên pîşesazî û endustiriyê li gorî biryara qedexeya beşî bimînin.

Di dirêjahiya dema qedexeya beşî û giştî  de heta 14’an, xebata li saziyên Rêveberiya Xweser raweste."

(fr)

ANHA