Hûsî baregeha Melik Xalid a Erebistana Siûdî kir armanc

Hûsiyan ragihand wan ku bi firokeyeke bêpîlot baregeha asîmanî ya Melik Xalid a li Erebistana Siûdî bombebaran kir.

Hûsî baregeha Melik Xalid a Erebistana Siûdî kir armanc
17 nîsan, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên Hûsî Yehya Serîi li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: "Firokeyeke bêpîlot bi tîpa K2 baregeha Melik Xalid a li Xemîs Mişêt bombebaran kir."

Lê heta niha Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî eşkere nekiriye ku bersiva tu êrişên hêzên hûsî yên îro dane.

Di hefteyên dawî de hûsiyan êrişên xwe yên li dijî Erebistana Siûdî zêde kirine, di heman demê de çalakiyên xwe yên leşkerî bi hewldana kontrokirina  parêzgeha Meirebê ya Yemenê gûr kirine.

(fr)