PYD'ê têkildarî êrişa li ser mala rêbertî : Qirkirina kurdan berdewam e

PYD got: “Dewleta Tirk bi rêya hedefkirina Mala Rêbertî ya li gundê Elpelûrê peyamekê dide ku hemleyên qirkirin û piştaftinê yên li dijî gelê Kurd û sembolên berdewam in.”

PYD'ê têkildarî êrişa li ser mala rêbertî : Qirkirina kurdan berdewam e
17 nîsan, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişa li dijî mala rêbertî ya li gundê Elpelûrê daxuyanî da û tê de destnîşan kir ku dewleta Tirk gefan li dijî ewlehiya cîhanê dixwe û siyasetên xwe yên firehkirinê li gel bêdengiya hêzên navneteweyî dimeşîne.

PYD'ê got: “Hikumeta Tirk a faşîst bi serkêşiya Erdogan, roj bi roj îsbat dike ku li dijî nirxên mirovahiyê û tevahiya gelan e ku ne li gorî siyasetên wê yên dagirkirinê û planên wê yên firehkirinê ne. Dewleta Tirk bûye stargeha terorê û tevahiya rêbazên li dijî qanûnên navneteweyî bi kar tîne. Herî dawîn, di 16`ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker bi rêya dronekê maleke sivîl li gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê ku rêber Abdullah Ocalan sala 1979`an tê de mabû dema ji Bakurê  Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, kir hedef.“

PYD`ê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku dewleta Tirk bi vê êrişê îsbat dike ku piştî 42 salan hîna zîhniyeta xwe ya faşîst û siyasetên xwe yên kîndar li dijî gelên herêmê û cîhanê didomîne. Bi taybet li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan ku bû sembola fedekariyê ku ji bo mafên gelê Kurd û gelên herêmê gelek fedekariyan dide.  

PYD`ê bal kişand ser êrişê û got: “Dewleta Tirk ji vê êrişê peyamekê dide ku hemleyên qirkirin û pişaftinê yên li dijî gelê Kurd û sembolên wê berdewam in.”

Her wiha PYD`ê îşaret pê kir "Êdî dewleta Tirk li ser ewlehiya cîhanê bûye gef û bi awayekî eşkere sînorên navneteweyî binpê dike da ku siyasetên xwe yên firehkirinê bimeşîne. Li hemberî bêdengiya hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) van kirinan dike. "

PYD`ê di berdewama daxuyaniyê de ev yek destnîşan kir: “Dagirkera Tirk çi bi rêya siyasetên tecrîdê ya ji 22 salan ve li Îmraliyê yan jî bi rêya van êrişên domdar li dijî gelê me armanc dike vîna gelê Kurd ku vîna rêber Abdullah Ocalan e bişkîne.”

PYD`ê di daxuyaniya xwe de ev bang li cîhanê kir: “Felsefeya neteweya demokratîk ji tevahiya gelên azadîxwaz ku edalet û demokratiyê hêvî dikin re bûye minaret. Bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dê tevahiya gelên Rojhilatê Navîn rizgar bibin. Ji bilî rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan em tu çareseriyeke din nabînin ku dê bi xwe re aştî û çareseriyê bîne herêmê.”

PYD`ê di dawiya dauxyaniyê de got: “Ji bo gelê û rûmeta wî, em xebat bikim da ku herêmên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin, ewlehiyê misoger bikin û koçber vegerin warên xwe.”

(şx)

ANHA