Li Şihêl a Dêrazorê du kes hatin qetilkirin

Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas êrişî kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.

Li Şihêl a Dêrazorê du kes hatin qetilkirin
17 nîsan, 2021   13:43
DÊRAZOR

Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas ku li motorsîklêtekê bûn, gule li erebeyeke bi tîpa "Van" reşand û bi lez reviyan. Di encama gulebaranê de jinek û mêrek ku di erebeyê de bûn hatin kuştin.

Êriş li ser rêya giştî nêzî dikanên "Şûeybî" pêk hat.

  ANHA