Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê bîreke petrolê teqand

Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê bîra petrolê ya  Bay Hesen a li nêzî Dubizê ku dikeve rojavayê Kerkûkê, teqand.

Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê bîreke petrolê teqand
17 nîsan, 2021   09:38
NAVENDA NĞÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane, bîra 105’an a rojane 2 hezar bermîl petrol jê dihate derxistin, hatiye teqandin.

Rojnewsê ragihand ku çavkaniyek ewlehiyê ji medyaya Iraqê re destnîşan kiriye ku îstixbaretê piştrast kiriye ku çeteyên DAIŞ’ê plan daniye ku êrişî bîrên petrolê yên Xebazê yên li rojavayê Kerkûkê bike.

Bîrên Bay Hesen ji 196 bîran pêk tên û rojane 400 hezar bermîl jê tê derxistin.