Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê didomin

Jinên li Tirkiyê bi dirûşma "Peyamana Stenbolê ya me ye û em jê venagerin” xwepêşandanên li dijî vekişîna rejîma serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan ji Peyman aStenbolê didomînin.

Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê didomin
17 nîsan, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemaniya Tirkiyê roja înê komeke jinan li djiî vekişîna ji Peymana Stenbolê xwepêşandan li dar xistin. Jinan li hin deverên bajarê Stenbolê pankartên banga vê yekê dikin, daliqandin.

Di 20`ê Adara borî de dewleta Tirk bi biryara Erdogan bi awayekî fermî ji Peymana Stenbolê ya girêdayî qedexeya tundiya li dijî jinan û têkoşîna li dijî tundiya di nava malbatê de, vekişiyabû.

(bx)